Sandên Amerîkî û Iraqî li Washingtonê civiyan
PeyamaKurd – Di civîna Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê de ku bi serokatiya Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên birêve çû, hevkariyên di warê aborî, enerjî, veberhênan û guhertina avhewayê de hatin gotûbêjkirin.
Şandên Iraqî û Amerîkayê di civîna Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê ya li paytext Washingtonê civiyan.
Serokatiya şanda Iraqî bi serokatiya Husên bi Blinke re civiya.
Di daxuyaniya nivîskî ya hevpar a her du welatan a derbarê hevdîtinê de hat diyarkirin, hevkariya aborî, xwetêrakirina Iraqê di warê enerjiyê de, veberhênanên hevpar û têkoşîna li dijî guherîna avhewayê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: "Her du aliyan kêşeyên li pêşiya aboriya Iraqê gotûbêj kirin, di nav wan de bazarên diravî yên paralel. Amerîka pêşwaziya hewlên hikûmeta Iraqê ji bo pêkanîna reformên aborî û diravî, nûjenkirina sîstema darayî û bankî, şerê li dijî gendeliyê û nehiştina manîpulekirina sîstema darayî kir."
Herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser giringiya sermayeguzariya Iraqê di jêrxana enerjiyê de hat kirin ku wê ziyanên jîngehê yên girêdayî avhewayê û tenduristiya giştî kêm bike.
Di daxuyaniya hevpar de heyetan girîngiya têkoşîna li dijî guherîna avhewayê dubare kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin