Sandeya WHO roja Pêncsemê serdana Çînê dike
PeyamaKurd – Şandeyek Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê (WHO) ya bo lêkolînên ser vîrusa Korona, roja Pêncşemê serdana Çînê dike.
Li gor Wezareta Derve ya Çînê da zanîn, tîma navneteweyî dê di ser Sîngapurê re derbasî Çînê bibe û ew dê du hefteyan di karantînê de bimînin.
Ew tîm dê here bajarê Wuhan ya Hubei, ku vîrusa Korona di dawîya sala 2019an re cara pêşî li wir hatibû dîtin.
Herwiha WHO dide zanîn, armanca wan ne rexnekirina Çînê ye, lê ew dixwazin hîn bibin ku vîrus çawa ji ajalan derbasî însanan bûye.
Hêjayî balkişandinê ye, Pekîn ya paytext ji ber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa Korona, di rojên dawî de ji nû ve dest bi berfirehkirina tedbîran kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin