Kalin: Mesrûr Barzanî roja Pêncsemê serdana Tirkiyê dike

28 October 2019 17:41 0 dîtin
Kalin: Mesrûr Barzanî roja Pêncsemê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Pêncşemê serdana Tirkiyê dike, lê ev agahî hîn ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehat piştrast kirin.

Kalin ragihand ku plana serdana Mesrûr Barzanî zû de hatiye kirin û got ku tê çaverêkirin roja Pêncşemê serdana Tirkiyê bike, lê hevdîtina Serokwezîr Barzanî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hîn teqez nebûye.

Kalin li ser mijarê ji rojnamevanan re wiha got: “Serdan tê plan kirin, niha nikarim derbarê hevdîtinê de (Erdogan) teyîdekê bidim. A rast gelekî zû de hatibû plan kirin, bi bûyerên dawî re eleqa wê nîne.”