Sandeyek Wezareta Pêsmerge bi armanca çend civînan gihîst Bexdayê
PeyamaKurd – Şandeyek Wezareta Pêşmerge, ji bo li gel Serfermandarê artêşa Iraqê û operasyonên hevbeş û koleja leşkerî ya Bexdayê re bicive, gihîşt Bexdayê.
Li gor zanyariyan, îro şandeyeke Wezareta Pêşmerge bi rêya balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve ber bi Bexdayê ve bi rê ket û gihîşt Bexdayê.
Hat ragihandin ku ew şand ji serfermandar û şandeya Wezareta Pêşmerge pêk hatiye û wê li gel Serfermandarê artêşa Iraqê û operasyonên hevbeş û koleja leşkerî ya Bexdayê re bicive û di beşek civînan de Hêzên Hevpeyman jî wê beşdar bin.
Herwiha armanca serdana şandeya Pêşmerge jî, gotûbêj di derbarê operasyonên hevbeş ên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember DAIŞê de û ji bo jinavbirina penagehên wan, hemahengiya navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê jî wê beşek mijarên gotûbêjan bin. Di vê serdanê de gotûbêj wê derbarê astengên li pêş pêkanîna du lîwayên hevbeş bên kirin û beşek din a armanca serdanê jî dabîn kirina aliyên lojîstîk ên Hêzên Pêşmerge ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin