Sandeyeke Herêma Kurdistanê serdana Diyarbekirê dike
PeyamaKurd – Şandeyeke Herêma Kurdistanê ji bo beşdarî yekem Pêşengeha Geştûguzariyê ya Mezopotomya ya li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê bibe, serdana Diyarbekirê dikin.
Li gor Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê ya Hewlêrê Îsmaîl Mînexan diyar kiriye: “Şandeyeke Herêma Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê, bi serokatiya parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, beşdarî yekem pêşangeha geştûguzar û xwarinan a Mezopotamya dibe, ku biryar e ji roja 24ê mehê heta 27ê Adarê birêve biçe.”
Di şandeyê de Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê ya Hewlêrê û Rêveberê Geştûguzariyê ya Duhokê û Serokê Odeya Yekitiya Bazirganî û Pîşesaziya Herêma Kurdistanê û Odeya Bazirganiya Parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmanî û hejmarek zêde ya xwedî kar û bazirganên Herêma Kurdistanê beşdar in.
Herwiha Îsmaîl Mînexan eşkere kir, pêşangeh ji aliyê parêzgeh û serokatiya şaredariya Diyarbekirê bi beşdariya gelek welatên navçeyê ve hatiye rêxistinkirin û destnîşan kir: “Biryar e şandeya Herêma Kurdistanê gelek hevdîtin û civînên fermî pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin