Saredarê Hakkariyê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akis Mazbata xwe sitend
PeyamaKurd – Hilbijartina şaredariyê ya bajarê bakûrê Kurdistanê yê Hakkariyê Mehmet Sıddık Akış namzedê DEM Partiyê bû û îro çû rêvbiriya hilbijartinê ya li baregeha parêzgehê û mazbata xwe sitend.
Akış, paşî ji bo rojnamevanan daxwuyanî da û got ku ew pêvajoyekî hilbijartinê ya sext jiyane û weha dewam kir:
“Ez sipasiya gelê Hakkariyê dikim. Hêvî dikim ku ev encama hilbijartinê bibe sedema aştiyê û biratiyê. Em ji dil sipasiya herkesî dikin yên ku rayên xwe dane me û yên nedane me. Em soz didin ku em ê xizmeta herkesî bikin”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin