Saredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê sibe tê hilbijartin

22 June 2019 13:04 0 dîtin
Saredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê sibe tê hilbijartin

PeyamaKurd - Niştecihên bajarê Stenbolê sibe 23ê Hezîranê careke din diçin ser sindoqên dengdanê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hildibijêrin.

Li gorî wê yekê 31 hezar 342 sindoq têne danîn û li wan sindoqan 10 milyon 560 hezar û 963 kes dê jî nû ve dengê xwe bi kar bînin.

Di hilbijartinên sibê de, du namzedên xurt hene; Ekrem Îmamogluyê CHPyî û Binali Yildirimê AKPyî. Di hilbijartinên 31ê Adarê Îmamoglu bi 15 hezar dengên zêde bi serketibû bû bûbû şaredarê Stenbolê. Li ser daxwaza pêdeçûna AKP hilbijartin ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ve hatibû betalkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku dijî AKPê deng didin namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu. Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş jî di Twittekê de ev yek piştrast kir.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş got: "Em îro di wê baweriyê de ne ku divê piştîvanî li Îmamoglu bê kirin. Herwiha bi nebûna HDPê û hiştina wê ya ji derve qet tiştek wek pêwîst baş nabe."

Derbarê heman mijarê de Serokê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di peyamekê de daxwaz ji HDPê kir ku bêalîbûna xwe di navbera desthilat û opozisyonê de biparêze. Wek bersiva peyamê herdu hevserokên HDPê daxuyaniyek belav kirin û têde tê gotin:

"HDP ku nûnerê awayekî nû yê siyasetkirinê ye li Tirkiyê, nebûye aliyek di siyaseta cemsergîrî ya navbera Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet de.

Herwiha peyama Ocalan xwedan wate, kûrahiyeke dîrokî û gelekî di ser nirxandinên siyasî yên partiya desthilatdar û mijara hilbijartinê re ye. Ew jî nayê jibîrkirin ku Ocalan yek ji endazyarên fikra damezrandina HDPê ye ku pêgeheke wî ya girîng a siyasî di aştî û demokrasiyê de heye."

Li gor rapirsiyan, îhtimala serkeftina Namzedê Tifaq Millet Ekrem Îmamoglu di hilbijartinê de zêdetir e.

Di hilbijartina 31ê Adarê de 916 hezar dengderên Kurd piştîvanî li Ekrem Îmamoglu kiribûn û rola wan di serkeftina wî de hebû, loma dîsan çav li ser dengderên Kurd ên Stenbolê ye.