Saredarê Bajarê Mezin ê Amedê Mizrakli mazbataya xwe wergirt

16 April 2019 14:05 0 dîtin
Saredarê Bajarê Mezin ê Amedê Mizrakli mazbataya xwe wergirt

PeyamaKurd – Şaredarên HDPyî yên ku hatin hilbijartin mazbatayên xwe werdigirin. Selçuk Mizrakli, mabataya xwe stend û bi fermî dest bi kar kir.

Li bajarê Amedê dayîna mazbatayên dest pê kir. Piştî navçeyên navendî yên Amedê yên weke Sûr, Yenişehir, Peyasê îro Şaredarê Bajarê Mezin, Adnan Selçuk Mizrakli û endamên meclisa şaredariyê jî mazbatayên xwe werigirtin.

Selçuk Mizrakli bi şaredarên ku duh mazbtayên xwe stendin, Dayikên Aştiyê û Endamên Meclisa Şaredariyê re çû YSKê û mazbataya xwe wergirt û got  “me ev mazbata 1ê nîsanê ji gelê xwe wergirt.”

Mizrakli, “31ê adarê gel biryara xwe dabû. Lê heta niha mazbatayên me nehatibûn dayîn. Îro me mazbatayên xwe wergirtin. Ji destpêka proseya hilbijartinê û heta niha em spasiyên xwe  pêşkêşî gelê Amedê dikin.”

YSKê bi hinceta ku Hevşaredara Amedê Hulya Alokmen û hindek endamên meclisa şaredariyê di dema rewşa awarta de ji fermanberiyê hatin dûrxistin mazbatayên wan nehatin dayîn.