Saredarê berê yê HDPê yê bajarokê Komirê hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê, Şaredarê berê yê HDPê yê bajarokê Komirê ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, Huseyin Yuka li Edîrneyê desteser kirin.
Li gor medya Tirkiyê, Şaredarê berê yê bajarokê Komirê Huseyin Yuka û karsazê Kurd A.A. li navçeya Îpsala ya Edîrneyê dema dixwestin derbasî Yunanîstanê bibin, ji aliyê hêzên cendirmeyan ve hatin desteserkirin.
Huseyin Yuka û A.A. ji bo dadgehkirinê, bi balafirêşandin Semsûrê.
Huseyin Yuka di Tebaxa 2018an de, bi hinceta alîkariya PKKê hatibû girtin û demekê di girtîgehê de mabû. Derbarê A.A. de jî bi tohmeta alîkariya darayî ji bo PKKê, lêpirsîn hatibû vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin