Saredarê berê yê HDPê yê bajorokê Komirê hat girtin

27 November 2021 11:01 0 dîtin
Saredarê berê yê HDPê yê bajorokê Komirê hat girtin

PeyamaKurd – Dadweriya Cezayê ya Asliyê, biryara girtinê ji bo şaredarê berê yê bajorokê Komir ê Semsûra Bakurê Kurdistanê Huseyîn Yuka da.

Şaredarê berê yê Komirê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Yuka, di dema hewla derbasbûna Yûnanîstanê de li navçeya Îpsala ya Edîrneyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû desteserkirin û ew anîbûn Semsûrê.

Huseyîn Yuka yê ku bo dadgehê hat şandin, ji aliyê Dadweriya Cezayê ya Asliyê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin.

Yuka di 16ê Mijdarê de, li navçeya Îpsala ya Edîrneyê li herêma qedexeya leşkerî hatibû desteserkirin.