Saredarê nû yê Agiriyê hat diyarkirin
PeyamaKurd – Piştî ku şaredarê bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê Savci Sayan ji bo ji AK Partiyê bibe parlamenter îstifa kir, Encûmena Şaredariyê îro 24ê Adarê ji bo şaredarê nû hilbijartin kir.
Di hilbijartina Encûmena Şaredariya Agiriyê de, 29 endamên encûmenê ku 11 ji wan HDPyî ne, beşdarî kirin.
Ji bo serokatiya şaredariyê di navbera namzedê HDPê Tahsin Ok û namzedê AKPê Metin Karadogan de hilbijartin hat kirin û di encama dengdana gera duyem de, Karadogan wekî şaredarê nû yê Agiriyê hat hilbijartin.
Piştî hilbijartina encûmenê Savcu Sayan serokatiya şaredariyê radestî Metin Karadogan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin