Derb li hevsaredarên Giyadîna Agiriyê dan û desteser kirin

03 July 2019 11:09 0 dîtin
Derb li hevsaredarên Giyadîna Agiriyê dan û desteser kirin

PeyamaKurd - Li navçeya Giyadîna Agiriyê, polîsan êrişî şaredariya HDPê kir û li hevserokên şaredariyê dan û desteserkirin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç da xuyakirin, Hevşaredarên Giyadîna Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demir hatine desteserkirin û rastî tundûtujiya polîsan hatine. Oluç diyar kir jî, di êrişê de Hevşeradar Evren Demîr birîndar bûye.

Hat destnîşankirin, bûyer ji ber wê yekê hatiye kirin, polîsên xala çavdêriyê ya li pêş Şaredariyê li welatiyekî dane, hevşardar jî ketine navbera wan, lê 20 polîs dikevin nav avahiya şaredariyê û li hevşaredaran didin û desteser dikin.

Saruhan Oluç li ser bûyerê got jî: “Li dijî îradeya gel êrişeke hovane heye. Ev hêz girêdayî Wezareta Navxweyî ye. Em dizanin ev wezîr tu gavan navêje, ji ber ku fikra wan yek e. Em careke din Wezîrê Navxweyî, kesên ferman dane û polîsên êrişkar şermezar dikin."