Saredarên CHPê wê bi Seroka ÎYÎ Partiyê re bicivin
PeyamaKurd – 10 şaredarên ji CHPê wê bi Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re hevdîtin bikin.
Piştî rexneyên ÎYÎ Partî yên li ser Maseya Şeşqolî wê li Enqereyê civîneke rexnegir pêk were.
10 şaredarên ji CHPê wê bi Seroka ÎYÎ Partiyê Akşener re hevdîtin bikin.
Civîna 10 şaredarên bajarên mezin Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş jî di nav de bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re li Navenda Giştî ya CHPê bi dawî bû. Hate hînbûn ku dema şaredarên CHPê bêyî ku daxuyaniyek hevpar bidin ji Navenda Giştî ya CHPê derkevin, wê wêneyekî hevpar bê parvekirin.
Mansur Yavaş û Ekrem Îmamogluyê ku ji teref Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Akşener ve wek namzedên serokomariyê hatin diyarkirin, bi şev bi parvekirinên xwe yên medyaya civakî piştgirîya xwe ya ji bo Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Milletê dubare kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin