Saxewan Ebdullah: Em ji bo Helebce bibe parêzgeh dixebitin
PeyamaKurd - Alîkarê Serokê Parlamena Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand ku wê di rojên pêş de pirsa Helebce û projeyasaya statuya parêzgehan bikeve rojeva parlamenê.
Ebdullah got: “Em bi komên niştimanî re ji bo çalakkirina pirsgirêka Helebce û projeyasaya parêzgehbûnê kar dikin. Em ê di rojên pêş de vê mijarê têxin rojeva Parlamena Iraqê."
Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê li ofisa xwe yê li Bexdayê şandeke ku ji pêşengên civakê yên gring ên Helebceyê pêk dihat pêşwazî kir.
Di civîna ku parlamentên fraksyonên Kurdistanî jî amade bûn de, Ebdullah gilî û gazinên şanda mêvan guhdar kir û diyar kir ku ji ber qeyrana aborî û rewşa aloz a xelkê Helebceyê barê giran li ser milê wan e.
Şaxewan Ebdullah daxwazê ji hêzên siyasî yên li Parlamena Iraqê kir ku bi yekdengî û helwesteke mirovî ji bo pesendkirina projeyasayê wek rêzgirtin ji dayîna statuya parêzgeha Helebceyê û vegerandina mafên xelkê wê yên ku bedêlên giran dane, nîşan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin