Scholz: Berpirsê mirina leskerên ciwan ên rûsî tenê Pûtîn e!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg pişt-î hevdîtinê civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Scholz bal kişand êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê ku ji 24ê Sibatê ve berdewam dike û got: "Pûtîn her roj mirin û tirsê nîşanî gelê ûkraynî dide. Azarê bi gelê xwe jî dide. Ji mirina gelek ciwanên rûsî yên leşker tenê Pûtîn berpiryar e.”
Stoltenberg jî careke din bang li Pûtîn kir ku leşkerên xwe ji Ûkraynayê vekişîne û vegere rêya demokrasiyê û got: "NATO ji bo ev şer zêdetir gur nebe xwe xwedî berpirsiyarî dibîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin