Sedema rawestandina vîzeya welatiyên Sûriyê bo Hewlêrê hate eskere kirin

30 March 2024 16:26 0 dîtin
Sedema rawestandina vîzeya welatiyên Sûriyê bo Hewlêrê hate eskere kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Sûriyeyê hatiye bo Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin.

Rêvebirê Nivîsgeha Vîzeyan a Hewlêrê Şêx Kamil Mihemed, sedemên rawestandina vîzeya bo welatiyên Sûriyê eşkere kir.

Şêx Kamil Mihemed ji medya Kurdistanê re ragihand, ti pêwendiya Herêma Kurdistanê li ser dayîna vîzeyê bi hikûmeta Iraqê re nîne û got, “Hikûmeta Iraqê ji zû de vîzeyê nade Sûriyan.”

Rêvebirê Nivîsgeha Vîzeyan da xuyakirin, “Niha li Herêma Kurdistanê, me dayîna vîze û destûra rûniştinê ji bo wan kesên ku ji bo kar hatine Herêma Kurdistanê rawestandiye, ji bo ku derfeta kar ji bo welatiyên Kurdistanê zêde bibe, tenê ew vîzeyê didin welatî û malbatên Sûrî yên ji bo geştê û serdana malbatên xwe tên, didin.”

Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê got: “Vîza tenê ji bo kesên ku bi rêya sîstema vîzeya Wezareta Navxwe, sponser û kompanyayan ji Sûriyeyê bi malbatên xwe re tên Herêma Kurdistanê tê dayîn. Ji ber ku rewşa aborî li Sûriyeyê bi temamî têk çûye, ev jî bûye sedem ku welatiyên Sûrî ji bo peydakirina kar bên Herêma Kurdistanê û carna jî ji Herêma Kurdistanê derbasî bajarên din ên Iraqê dibin, ji ber wê jî Kurdistanê vîze ji bo wan kesên ku salt in rawestandiye.”