Seferên asmanî li Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê dikin

16 July 2020 18:16 0 dîtin
Seferên asmanî li Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê dikin

PeyamaKurd – Di civîna îro ya Lîjneya Rûbirûbûna Vîrusa Koronayê ya Iraqê de, derbarê xweparasina ji koronayê de hin biryarên nû standin.

 Lîjneyê herwiha biryar da seferên asmanî li Iraqê û Herêma Kurdistanê ji roja 23.07.2020an pê ve dest pê bikin. Herwiha wê navendên danûstandinê û deriyên sînorî jî piştî cejnê werin vekirin.

Lîjneya Rûbirûbûna Koronayê daxwaz ji xelkê kir ku pabendî tedbîrên xweparêziyê yên Koronayê bin.

Li gorî amarên dawî yên îro li seranserê Iraqê 2.281 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 90 kesan jî can daye. Heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 83 hezar û 867 kes bi koronayê ketine, 54 hezar û 316 kes baş bûne û 3.522 kesan jî can daye.