Tirkiyê seferên asmanî yên bo Iraq û Kurdistanê rawestand
PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê seferên asmanî yên di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de da rawestandin.
Berpirsê balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê, Ehmed Hoşyar ji medya Kurdistanê re ragihand, doh êvarê desteya balafirvaniya Iraqê em agahdar kirin ku li ser daxwaza wezareta tenduristiya Tirkiyê ji ber belavbûna koronayê, hikûmeta Tirkiyê seferên asmanî bi Iraqê re daye rawestandin.
Ehmed Hoşyar got, ji saet 12ê îşev ve seferên di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de heta demeke ne diyar têne rawestandin.
Herwiha Hoşyar ji bo kesên bilêt standine jî got, ew kesên ku bilêt kirîne û dixwazin serdana Tirkiyê bikin, bila serdana ofîsên Turkish Airline, Pegasus û Iraqi Airline bikin û perê xwe werbigirin.
Berpirsê balafirxaneya Hewlêrê diyar kiriye ku seferên ku welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Tirkiyê tînin û seferên ku welatiyên Tirkiyê ji Iraq û Kurdistanê dibin niha berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin