Seferên Balafirgeha Silêmaniyê ji ber tozbarînê hatin rawestandin
PeyamaKurd - Geştên asmanî yên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê, ji ber barîna zêde ya tozê ku bandorê li mesafeya dîtinê dike careke din hatin rawestandin.
Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku careke din geştên Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê heta demekê hatine rawestandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber dubare derketina pêla tozbarînê û bandora wê li ser kêmbûna mesafeya dîtinê, careke din seferên esmanî yên li balafirgehê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Li gorî daxuyaniyê dema pêla tozbarînê asayî bibe, wê li gor lîsteya diyarkirî seferên balafiran dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin