Sekreterê gistî yê NATO yê Stoltenberg seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Bi sedema çêbûna erdheja Maraşê wê sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg seredana Tirkiyê bike. Wezareta karên derve ya Tirkiyê nivîskî ragihand û got:
“Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg bi sedema çêbûna erdheja li bajarê Maraşê ji bo li hemberê afetan hevkariya xwe nîşan bide û hem taziyên xwe bigihîne Tirkiyê, wê di 15-16 ê sibatê de welatê me ziyaret bike. Bende ne ku li Ankara seredana wezîrê karên derve bike û paşî here herêma erdhejê ciyê ku NATO lê xebatên afetê û alîkariya mirovî diike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin