Sekreterê gistî yê NATO yê Stoltenberg giha Tirkiyê

03 November 2022 23:53 0 dîtin
Sekreterê gistî yê NATO yê Stoltenberg giha Tirkiyê

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ji bo seredana fermî giha Tirkiyê û bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re li bajarê Îstenbolê civînekî pêkanî. Piştî civînê, di civîna çapemeniyê de Stoltenberg ragihand ku di civînê de behsa endamtiya Fînlandiya û Îsweçê kirine û weha got:

“Bendeyên we yên girîng hene. Hun dixwazin ev muxtira ji Tirkiyê re bêhtir ewlehiyê bîne û ez destekê didim vêya. Her dû welat sozên xwe bicîh tînin û wê bicîh bînin. Êdî gelek girînge ku em endamtiya wan temam bikin.”

Stoltenberg her weha sipasiya Tirkiyê û Erdoğan kir ku ji bo Korîdora Hûbûbatê xebat kirine û bûne sedema îxracata dexla Ûkraynayê li seranerê dinyayê.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu jî di civîna çapemeniyê de weha got:

“Îsweç û Fînalandiya hinek gav avêtin. Ambargoya sîlih ya ser me rakirin. Qanûn guhertin. Armanc ew e ku di mijara terorê de pêngavan bavêjin. Wê civîna me ya dinê li Stockholmê bibe. Divê biryara rakirina çekan mayînde be. Bi Fînlandiya re arîşeyekî me ya mezin tine lê girîngiyê wek hev didin endamtiya her dû welatan. Endamtî li ser gavavêtina her dû welata ye. Ji ber endamtiya her dû welatan bi hevre dixwazin, her dû welat weka hev ji aliyê me de muameleyê dibînin.”

Çavuşoğlu di mijara ‘korîdora hûbûbatê’ de jî got ku 20 roj di şûn de divê peyman bê nûhkirin. Ji bo navber nekeve nav sewqiyatê xebatên wan dewam dikin.