Sekreterê Gistî yê NATOyê roja dusemê serdana Tirkiyê dike

03 October 2020 09:30 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NATOyê roja dusemê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Bo rewşa dawî ya danûstandinên di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, serdana Tirkiye û Yunanîstanê dike.

Li gor NATO da zanîn, Stoltenberg dê roja Duşemê li paytexta Tirkiyê Enqerê û roja Sêşemê jî li paytexta Yûnanîstanê Atînayê be.

Stoltenberg dê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û karbidestên din yên payabilind re bicive.

Herwiha ew ê dê li Atîna jî bi Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Mitsotakis û Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias re kom bibe.

NATO roja Pêncşemê diyar kirûbû, piştî danûstandinên şandeyên leşkerî yên Tirkiye û Yunanîstanê, li rojhilata Derya Spî ‘‘mekanîzmaya veqetandina leşkerî’’ hatiye çêkirin.

Bi wê mekanîzmayê NATO hewl dide, ku rê li ber pevçûnên leşkerî yên Yunanîstan û Tirkiyê bigre.