Sekreterê gistî yê NY Guterres bi Putin re civiya
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li Moskovayê bi serokê Rûsya bi Vladimir Putin re civiya. Guterres di çarçoveya seredanên xwe yên fermî de, ewilî bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir û paşî hevdîtina xwe bi Vladimir Putin re kir.
Hat ragihandin ku weka carên berê Putin hevdîtina xwe li ser masa ku 6 metreye kiriye û hev toqe nekirine. Di hevdîtinê de Putin ragihandiye ku Rûsya yek ji damêzrenêrên NY ye, her wext NY destek kiriye û wê desteka wî dewam bike.
Di hevdîtinê de Putin gotiye ku tewrê wî ji bo çareseriya Ûkraynayê guheriye. Ji niyeta xwe ya berê dest berdaye, ewlehiya mijara Kirim û Sîvastopolê di derveyê mijarê de hiştiye. Putin ragihandiye ku hevdîtinên wan bi Ûkrayna re di navxwe de dewam dikin û bi hêviye ku ji hevdîtinan encamên baş derên.
Guterres jî di hevdîtina xwe de balê kişandiye ser krîza mirovî ya li Ûkraynayê, xwestiye rêtina xwînê raweste û rêyên dîplomatîk her vekirî bimînin. Guterres her weha ji Putin xwestiye ku ji bo tehliya sîvîlan korîdorên mirovî bên vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin