Sekreterê gistî yê PDK-Sê û endamên polîtburoyê hatin hilbijartin
PeyamaKurd - Partiya Demokarat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), piştî lidarxistina kongreya xwe, îro 15ê Hezîranê jî Mihemed Îsmaîl wek Sekreterê nû yê PDK-Sê hilbijart.
Kongreya 12emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ku li Hewlêrê hate lidarxistin, 12ê Hezîranê bi dawî bû û 27 endamên Komîteya Navendî ya partiyê hatibûn hilbijartin.
Komîteya Navendî di civîna xwe ya îro 15ê Hezîranê de jî Sekreterê Giştî yê PDK-Sê û polîtburoya partiyê hilbijart.
Di civînê de Mihemed Îsmaîl wek Sekreterê nû yê PDK-Sê, Dr. Ebdulhekîm Beşar û Kamîran Haco jî wek cîgirên Sekreterê PDK-Sê hatin hilbijartin.
Herwiha Dr. Ebdulhekîm Beşar, Dr. Lezgîn Fexrî, Nafê Beyro, Kamîran Haco û Seîd Omer wek endamên Polîtburoya PDK-Sê hatin hilbijartin.
(PDK-S yekemîn partiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ye ku di 14ê Hezîrana 1957an de hatiye damezirandin.
Derbarê Mihemed Îsmaîl de:
Sekreterê nû yê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl, di sala 1958an de li gundê Swêdiyê yê Jorîn jidayîk bûye, dibistana navîn û amadeyî li bajarê Dêrikê xwendiye. Sala 1980î jî ji Fakulteya Kîmyayê ya zanîngeha Şamê derçûye.
Mihemed Îsmaîl sala 1976an tevlî nava rêzên Partîyê bûye û sala 1998an jî bûye endamê Komîteya Navendî û di sala 2002an de jî bûye endamê Polîtburoyê.
Mihemed Îsmaîl, wek yek ji rewşenbîrê navdar ê tevgera Kurdî li Sûriyê tê zanîn. Herwiha wek endezyarê çarçoveyên yekgirtî yên wekî Hevbendî, Enî, Lêvegera Siyasî, Yekîtiya Siyasî û projeya yekxistina çar partiyan û damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) tê naskirin.
Îsmaîl di kongreya PDK-Sê ya 2014an de, bûye Berpirê îdarî yê Polîtburoya PDK-Sê, Berpirsê Medyaya Navendî û Berpirsê Pêwendiyên Derve

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin