Senator Hollen: Divê li dijî Kurdên Sûriyê bikaranîna F16an bê qedexe kirin
PeyamaKurd - Senatorê Amerîkayê Chris van Hollen diyar kir: “Bi baweriya min divê bikaranîna F-16an ji bo êrîşkirina li ser hevalbendên me yên Kurdên Sûrî yên ku di şerê li dijî DAIŞê de girîng in, bê qedexekirin.”
Senatorê Amerîka yê Partiya Demokrat û endamê Komîteya Pêwendiyên Derve li Kongresê Chris van Hollen, ji rojnameya Kathimerini ya Yunanî da xuyakirin ku Tirkiye di nava NATOyê de "Hevalbendeke bêbawer" e û ji ber vê yekê ji bernameya balafirên şer ên F-35 hatiye derxistin.
Hollen di krîza li Derya Spî de piştevaniya xwe bo Yûnanistanê eşkere kir û li ser mijara firotina F-16an bo Tirkiyê ku hîn biryar li ser nehatiye dayîn jî wiha axivî:
“Weke mînak derbarê firotin an nûjenkirina F-16ên din de, divê şert û mercên ku Tirkiye F16ên xwe ji bo dagirkirina qada hewayî ya welatên din ên NATOyê yên wekî Yunanistanê bi kar neyîne, cih bigrin. Herwiha bi baweriya min divê bikaranîna F-16an ji bo êrîşkirina li ser hevalbendên me yên Kurdên Sûrî yên ku di şerê li dijî DAIŞê de girîng in, bê qedexekirin. Ji ber vê yekê, bi kurtasî, her firotinek yan nûjenkirina F-16 divê bi şert û mercên zelal ve were girêdan.”
Herwiha Senatorê Chris van Hollen, Yunanistan jî wekî hevkarekî stratejîk ê girîng bi nav kir ku rola wê piştî şerê li Ukraynayê hîn zêdetir bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin