Senator Hollen: Divê Tirkiye F-16an, li dijî Kurdan bi kar neyne!

14 September 2022 16:00 0 dîtin
Senator Hollen: Divê Tirkiye F-16an, li dijî Kurdan bi kar neyne!

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen, li ser firotina balafirên şer ên F-16 a ji bo Tirkiyeyê, 2 şert eşkere kirin. Hollen da zanîn ku divê Tirkiye van balafiran li dijî Kurdên Rojava û Yûnanîstanê bi kar neyne.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Chris Van Hollen, li ser mijara firotina balafirên şer a Amerîkayê ya ji bo Tirkiyeyê, daxuyaniyek da çapemeniya Yûnanîstanê.

Chris Van Hollen bi rêya daxuyaniyê, 2 şertên firotina van balafiran ragihand û da zanîn ku divê ev balafir li dijî Yûnanîstanê ku yek ji endamên NATOyê ye, neyên bikaranîn. Şertê duyem jî li ser Kurdên Rojava hat destnîşankirin.

Hollen di vî şertê xwe de jî eşkere kir ku Kurdên li Rojava, hevpeymanên Amerîkayê ne û di şerê li dijî terorên IŞÎDê de xwedî roleke girîng in. Lewra divê ev balafir li dijî wan jî neyên bikaranîn.

“Amerîkayê, daxwaza Tirkiyeyê red kir”

Senatorî di dawiya daxuyaniya xwe de got ku piştî Tirkiyeyê pergala S-400 ji Rusyayê kirî, Kongreya Amerîkayê firotina balafirên F-35 a ji bo Tirkiyê red kir.