Hollen: Tirkiye, firotina F16an heq nake

01 February 2023 17:00 0 dîtin
Hollen: Tirkiye, firotina F16an heq nake

PeyamaKurd- Senatorê Demokrat ê Amerîkî Chris Van Hollen, li ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî pêvajoya endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê, daxuyaniyek da. Hollen amaje kir ku Tirkiye, firotina balafirên şer a Amerîkayê, heq nake.

Senatorê Partiya Demokrat a Marylandê Chris Van Hollen, li Kulûba Çapemeniya Neteweyî ya li paytexta Amerîkayê Washingtonê axivî û diyar kir ku Tirkiye hevalbendekî bê wefa ye û got,

"Tirkiye ne heqê firotina F-16an û ne jî nûkirina kîteyên nû heq dike. Tu senaryoyeke ku bêyî erêkirina Swêd û Finlandiyaya NATOyê ji aliyê Tirkiyeyê ve were pejirandin, firotina F-16an nayê pejirandin. Heger endamtiya Swêd û Finlandiyayê qebûl neke, F-16 ji bo Tirkiyeyê nayên firotin. Heger rêveberiya Biden niha di derbarê firotina F-16an de ji Kongreyê re agahiyek fermî bide, ew ê red bike."

‘Divê li ser Tirkiyeyê dorpêç bên sepandin”

Senator Van Hollen diyar kir ku piraniya kongreyê, xwedî nêrîneke bi vî rengî ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Ez texmîn dikim ku ji bo vê yekê li Koşka Spî jî lihevkirinek heye. Ez îhtimal nabînim ku Serok Joe Biden beriya ku Swêd û Finlandiya ji bo endamtiya NATOyê werin pejirandin, destûrê bide firotina F-16an.

Van Hollen got ku “Heger Tirkiye rê li ber Swêd û Finlandiyayê bigire ku tevlî NATOyê nebin, divê li ser siza bê sepandin.”

Siyasetmedarê Amerîkî diyar kir ku ji bo operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) jî divê siza bên sepandin.