Senator Tuberville: DYA nikare Pûtîn têk bibe
PeyamaKurd - Senatorê Komarî yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Tommy Tuberville diyar kir ku Serokê Rûsyayê Pûtîn di têkoşîna jeopolîtîk a bi DYAyê re bi ser ketiye.
Senatorê Amerîkî Tuberville ku bû mêvanê bernameya 'The Jeff Poor Show'a Radyoya FM Talk1065, diyar kir ku Pûtîn di têkoşîna jeopolîtîk a bi DYAyê re bi ser ketiye û Washington nikare wî têk bibe.
Tuberville di bernameya radyoyî de got: “Pûtîn di serê vê lîstikê de ye. Gelê Amerîkî êdî nikare şerê li Ukraynayê fînanse bike. Pêdiviya me bi dîplomat û kesên ku wê dikaribin peymanên ku dinyayê bikin cîhek ewletir pêk bînin heye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin