Senatorê Amerîkî: 'Wî welatî' 3 roj beriya êrîsê, êrîs ji Îsraîlê re ragihand
PeyamaKurd – Ji Meclisa Nûneran a Amerîkayê Michael McCaul diyar kir, Misirê 3 roj beriya êrîşê derbarê êrîşa Hamasê de hişyarî daye Îsraîlê.
Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Michael McCaul diyar kir, 3 roj beriya êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê, Misrê hişyarî da Îsraîlê ku dibe ku êrîşeke wiha çêbibe.
McCaul got, "Em dizanin ku Misirê sê roj berî (êrîşê) Îsraîl hişyar kir. Ez naxwazim zêde behsa hûrgiliyan bikim. Hamasê ev demeke dirêj e plana êrîşê dikir.” Herwiha wî diyar kir, belkî salek e plana êrîşê dikirin. Michael McCaul di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Ez tam ne bawer im ku me ev yek çawa ji dest da. Ez nizanim bê Îsraîl çawa ev nedît."
Baskê çekdar ê Hamasê, Tugayên Îzzeddîn El Qassam, roja Şemiya borî ewil bi hezaran roketan êrîşî Îsraîlê kir û piştre jî bi sedan çekdar sînor derbas kirin û derbasî nava axa Îsraîlê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin