Senatorê partiya Trump dengê xwe nade wî

22 October 2020 18:34 0 dîtin
Senatorê partiya Trump dengê xwe nade wî

PeyamaKurd - Senatorê eyaleta Utah a Amerîkayê Mitt Romney ku ji Partiya Komarî ya Serokê Amerîka Donald Trump e, rexneyên tund li Trump dike û dibêje, ew di hilbijartinên 3yê Mijdarê de dengê xwe nade wî.

Ofîsa Mitt Romney di daxuyaniya xwe de negotiye, heger Romney dengê xwe nede Trump, wê bide namzedê Demokrat Joe Biden.

Mitt Romney herî dawî li ser Twitterê Trump ji ber şermezar nekirina tevgera QAnon, ku li ser înternetê teorîyên komplo belav dike rexne kiribû.

Senatorê Komarî hefteya borî jî Trump û Demokrat rexne kiribûn û gotibû ku di sîyaseta Amerîka de nefret gur bûye û gotibû, herdu alî jî berpirsên vê yekê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, dema dengdana ser xirab bikaranîna deshilatê ya Trump, ji partiya Komarî tenê Mitt Romney li dijî Trump deng dabû û herwiha dema pêşîvekirina operasyon û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê li ber Tirkiyê, Romney rexneyên tund li Trump kiribûn û gotibû, ketiye bin bandora Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.