Senatoya Amerîkayê dorpêçên ser Tirkiyê qebûl kir
PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê budçeya xwe ya bergiriyê ku di nav de dorpêçên ser Tirkiyê jî hene qebûl kir. Budçeya bergiriyê 738 mîlyar dolare û di nav de dorpêçên ser Tirkiyê ku mijara projeya TürkAkımê, S-400 û F-35 hene. Piştî biryarê dor tê ser Trump ku biryarê îmze bike û berê jî Trump gotibû ku belgeya budçeyê were ser masa wî, wê yekser îmze bike.
Di nava biryaran de yek jê ew e ku heya Tirkiyê sîstema S-400an ava bike, wê balafirên F-35 bo Tirkiyê neyên teslîmkirin û wê ev kiryar di çarçoveya CAATSA yê de bê tetbîqkirin. Sîparîşên ku Tirkiye bo F-35an daye Amerîkayê, wê dewleta Amerîkayê bikire û bo wan jî di budçeyê de, di beşa modernîzasyonê de 440 mîlyon dolar pere hatiye veqetandin.
Di qanûn de biryara dopêçan bo şîrket û keştiyên ku di projeya xeta enerjiyê de dixebitin heye ku ew şîrket û keştî bo îxracata enerjiya Rûsyayê fêde tînin.
Di qanûn de ambargoya ser Kibrisa Rûman tê rakirin lê bo firotina sîlihan sînor hatiye danîn. Lê şerteka kongreyê heye ku divê keştiyên leşkerî yên Rûsyayê diçin girava Kibrisê û li wê derê îkmala petrolê û tamîra wan çêdibe, bo vana nebin, divê kongre bawer bike ku Rûm vana nakin.
Di budçeyê de behsa alîkariya YPG ê an HSD ê nehat kirin lê bo Iraqê 645 mîlyon dolar pere bo têkoşîna li dijî DEAŞ ê hat veqetandin. Bo Sûriyê divê wezîrê parastinê çi miqdar pêşniyar bike, şeklê alîkariyê û miqdarê wê, bi awayeka nivîskî bo Kongreyê binvîse. Di vê mijarê de tiştek nehat aşkerakirin.
Di Meclisa Nûneran de 48 deng red û 377 deng bi erênî hatin bikaranîn. Wê qanûn bo Trump bê şandin. Meclisa Nûneran avahiyeka di binê Kongreyê de ye. Niha Senato jî qanûnê qebûl kir û ma tewrê Trumpî.
Tirkiye dema mijarê hîn kir, ew jî bi rêya wezîrê karên derve tewrê xwe aşkera kir û got ku wê bersiva Amerîkayê bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin