Sendîkayên karkeran yên Nîjeryayê dest bi greva daîmî dikin
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê sendîkayên karkeran bi sedema subvansiyonên elektrîkê ku paşde bidin û miqdarê mehaneya herî kêm zêde bikin, li seranserê welat îlana grevê kirin. Sendîkayên NLC (Konfederasyona Karkeran ya Nîjeryayê) û TUC (Kongra Yekîtiya Bazirganiyê), ragihandin ku hukumet daxwazên wan qebûl nekiriye lewra dest bi grevê kirine.
Serokê NLC Joe Ajaero, di daxwuyaniya ku da de got ku ji ber hukumet biryarên şaş dide jiyan biha bûye û ev nayê qebûl kirin. Ajaero got ku sibê greva wan destpêdike û heya hukumet perê elketrîkê yê subvansiyonê nede û miqdarê mehaneyan zêde neke, dê grev dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin