Serbalyozxaneya Almanyayê ya li Stenbolê ji ber ewlehiyê îro girtî ye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serbalyozxaneya Almanyayê ya li Stenbolê ji ber ewlehiyê wê îro 1ê Sibatê girtî be.
Li gor zanyariyan, Serbalyozxaneya Almanyayê ya li Stenbolê ji ber ewlehiyê wê rojekê girtî be. Balyozxaneyê ragihand, ji bo prosedurên vîze û pasaportê randevû hatine betalkirin.
Herwiha di hişyariya Wezareta Karên Derve ya Almanyayê de bang li welatiyên Alman ên li Tirkiyeyê dijîn hate kirin ku baldar bin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: "Li gelek paytextên Ewropayê şewitandina Qur'anê û xisarkirina Qur'anê li cihên giştî li Stenbolê, bi taybetî li herêmên Beyoglu û Taksîmê metirsiya êrîşên terorê zêde kir. Hişyar bimînin; Hewl bidin ku xwe ji qerebalix û cihên giştî dûr bigirin.Heta ku dibe bila bibe xwe ji herêmên navborî dûr bixin. Eger hûn li wan deveran dijîn, ji malê derkevin tenê ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn. 01.02.2023 roja Çarşemê hat girtin. Em ê der barê geşedanan de we agahdar bikin."
Di berdewamiyê de di parvekirina li ser hesabên medyaya civakî yên Serbalyozxaneyê de hat ragihandin ku randevûyên xebatên vîze û pasaportê yên îro hatine betalkirin.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di 27ê Çile de hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê dijîn û bal kişandibû ser vê yekê ku bi şewitandina Qur'anê metirsiya êrîşê zêde dike.
Herî dawî di daxuyaniyê de hat xwestin ku xwe ji qerebalix, cihên giştî dûr bixin û li îbadetxaneyan baldar bin. Herwiha Hollanda, Îngilîstan û Amerîkayê hişyariyên seferê yên ji bo Tirkiyeyê nû kirin û ji welatiyên xwe re şîret kirin ku baldar bin. (Çavkanî: DW)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin