Serdozgerê nû yê Kurdistanê sond xwar û dest bi kar kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 13ê Sibatê Serdozgerê nû yê Herêma Kurdistanê Kawe Fethî Mehsûm li ber Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sond xwar û dest bi kar kir.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Kawe Fethî Mehsûm ê ku weke Serdozgerê nû yê Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin îro Duşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar.
Serokê Encûmena Dadwerî û Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê jî di merasîma sondxwarinê de amadehî kirin.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serdozgerê nû yê Herêma Kurdistanê Kawe Fethî Mehsûm kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin