Kabîneya nû ya Misrê sond xwar û dest bi kar kir

03 July 2024 19:14 0 dîtin
Kabîneya nû ya Misrê sond xwar û dest bi kar kir

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Misirê, hikumeta nû ragihand ku tê de wezîrên berevaniyê, derve, darayî, petrol û elektrîkê hatine guhertin.

Endamên hikumeta nû li hizûra serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî, serokwezîr Dr.Mistefa El Medbûlî sond xwarin û dest bi kar kirin.

Di hikûmeta nû ya Serokwezîr Mistefa Medbûlî de, Bedir Ebid El Atî wek wezîrê derve û koçberiyê hate erkdarkirin.

Di hikûmeta nû de 19 jin jî cî digirin ku 4 wezîr, 5 cîgirên wezîran û 9 alîkarên qaymmeqaman e.

Hate zanîn ku di hikumeta nû de bi giştî 20 wezîr hatin guhertin.