Yekem serokwezîrê misilman ê Skotlandê sond xwar û dest bi kar kir

29 March 2023 18:39 0 dîtin
Yekem serokwezîrê misilman ê Skotlandê sond xwar û dest bi kar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê nû yê Herêmî yê Skotlandê Hamza Yûsif ê ku bi eslê xwe Pakistanî ye, piştî çend rojên hilbijartina xwe sond xwar û dest bi kar kir.

Hat ragihandin ku îro 29ê Adarê Yûsiv piştî merasîma sondxwarinê ya li paytext Edninburghê ku serokê Dadwerî û dadwerên payabilind jî amadehî kirin, dest bi kar kir û bû yekem serokwezîrê misilman ê Skotlandê.

Hamza Yûsif ê 37 salî li şîna Serokwezîra Skotlandê Nicola Strungeon ku karvekêşana xwe dabû hate hilbijartin di dengdana 27ê Adarê ya parlamentoyê de, weke serokwezîr hate hilbijartin.

Bavê Hamza Yûsif bi eslê xwe Pakistanî ye û sala 1960î koçberî Skotlandê bûne. Dayîka Yûsiv jî ji welatê Kenyayê ye û di malbateke Asyaya Başûr de hatiye dinê.