Serê Azerbaycan û Ermenistanê dîsa dijwar bû: Ji her du aliyan gelek kustî hene

17 November 2021 20:00 0 dîtin
Serê Azerbaycan û Ermenistanê dîsa dijwar bû: Ji her du aliyan gelek kustî hene

PeyamaKurd – Di nav çend rojên dawî de şer û pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan-Ermenîstanê dîsa dijwar bûye û li gorê zanyariyên medayayî, herî kêm 15 leşkerên Ermenî hatine kuştin ku li gorî nûçeyeke dawî îro Çarşemê di şerekî de 7 leşkerên Azerî jî hatine kuştin.

Ajansa Interfax a Rûsî daye xuyakirin ku Parlamentoya Ermenistanê ragihandiye, di şer de 15 leşkerên Ermenî hatine kuştim.

Wezareta Berevaniya Azerbaycanê jî îro Çarşemê ragihandiye, 7 leşkerên wan di encama şer de hatine kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha Ermenistanê jî diyar kiriye ku di şerê îro de leşkerek hatiye kuştin, 24 leşker winda ne û 13 jî dîl hatine girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şerê Qerebaxê bi navbeykariya Rûsyayê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de agirbest hatibû ragihandin ku di çend rojên dawî de careke din şerên dijwar di navbera aliyan de rû didin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu ku bi rêya telefonê bi hempîşeyên xwe yên Ermenistan û Azerbaycanê re axiviye û ji her du aliyan daxwaza kêmkirina aloziyê û bicihanîna agirbestê kiriye. Niha tevî ragihandina agirbesteke piştî şerên dawî jî car caran pevçûn çêdibin.