Macron helwesta Tirkiyê ya bo serê Azerbaycan-Ermenistanê sîrove kir

30 September 2020 15:43 0 dîtin
Macron helwesta Tirkiyê ya bo serê Azerbaycan-Ermenistanê sîrove kir

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di şerê Qerebaxê yê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, helwesta Tirkiyê nirxand û got, “bê hizirîn û xeter e.”

Macron li Letonyayê derbarê şer û aloziya navbera Azerbaycan-Ermenistanê de daxuyanî dan û li ser pirsekê helwesta Tirkiyê ku piştevaniya aliyê şer ê Azerbaycanê dike wekî xeter nirxand.

Macron got, "Min guh da daxuyaniyên polîtîk ên Tirkiyê di vê derbarê de. Li gor min ev bê hizirîn û xeter in. Dema em koma Minskê ya bêalî ku Fransa jî tê de ye berçav bikin, daxuyaniyên alîgiriya şer ên Tirkiyê metirsiyeke mezin li ser Ermenistanê çêdike.Daxuyaniyên Tirkiyê ji Ermenistanê standina Qerebaxê meşrû nîşan didin.”