Serê Kaniyê | 20 roj in 2 xortên dixwestin derbasî Tirkiye bibin wenda ne
PeyamaKurd – Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, 20 roj in 2 xortên ku dixwestin derbasî Tirkiye bibin, wenda ne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye, ev 20 roj in ku çarenivîsa 2 xortên ji hêza Igêdat a Ereb ne diyar e ku dixwestin derbasî Tirkiye bibin.
Heman çavkaniyê eşkere kir, metirsî heye ku ji aliyê hêzên Sûriyê ve hatibin radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin