Serfermendar Necmeddîn Omer bû Cîgirê nû yê Serokê Wezareta Pêsmerge
PeyamaKurd – Serfermendar Necmeddîn Omer bû Cîgirê nû yê Serokê Wezareta Pêşmerge.
Li gor zanyariyan, do bi merasîmekê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Bextiyar Mihemed Sadiq, posta Cîgirê Serokê Erkanê ji bo Operasyonên di navbera Lîwa Qereman Şêx Kemal û Lîwa Necmeddîn Omer Qadir de guhert.
Herwiha di merasîmê de xebat û pêngavên rêzdar Qareman Şêx Kemal ku roleke girîng û bibandor di avakirin û birêxistinkirina Wezareta Pêşmerge de hebû û ji aliyê Sekreterê Giştî û efserên pilebilind ên wezaretê ve hat bilindkirin û serkeftin ji bo wî hat xwestin.
Hat zanîn ku di heman merasîmê de, ji bo destbikarbûna wî weke Cîgirê Serokê Erkanê ji bo karûbarên operasyonan, pîrozbahî li Serdar Necmedîn Omer hat kirin û piştevaniya Wezareta Pêşmerge jî hate dupatkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin