Sergey Soygu û Muhammed Baqirî li ser rewsa Qerebaxê axifîn

19 September 2023 22:37 0 dîtin
Sergey Soygu û Muhammed Baqirî li ser rewsa Qerebaxê axifîn

PeyamaKurd – Balkêşe piştî li hevkirina Azerbeycan û Ermenistanê li ser korîdora Zengezorê ku Îran nerazîbûna xwe ji bo vekirina wê aşkera kir, wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û serokerkanê Îranê Muhammed Baqirî li Îranê li Tehranê hevdîtin kirin.

Şoygu ragihand ku hevdîtinên navbera Îranê û Rûsyayê pêngava pêşdebirina leşkerî ya navbera Îranê û Rûsyayê ye. Ragihandina hevdîtinê ji terefê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê de hat kirin. Wezaret weha got:

“Şoygu pêşniyar kiriye ku hevkariya duqolî ya leşkerî ya guncaw bê muzakere kirin. Helbet di nav mijarên hevdîtina me de Sûriye, Afganistan û cîranê we yê bakûr Qarabax hene. Hevdîtinên navbera me û Îranê ji bo xwurtkirina hevkariya stratejîke, pêngavekî girînge û Îran di Rojhilata Navîn de hevkarê stratejîk yê Rûsya ye.

Di seha leşkerî de têkiliyên Rûsya-Îranê bi awayekî dinamîk û bi erênî pêşde diçe, di demên dawiyê de, di asta herî jor de, hevdîtinên rêvebiran zêde bûne.”

Şoygu her weha ragihandiye ku di têkiliyên navdewletî de, kesên tevlî dibin, divê weka hev xwediyê maf bin û ev fikra hevpar ya Rûsya û Îranê ye.