Serî hildana DAISê, serê PKKê û Tirkiyê îro tê gotûbêjkirin
PeyamaKurd – Îro Lîjneya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê derbarê pirsa serî hildana DAIŞê, şerê PKKê û Tirkiyê, topbarankirina herêmên sînorî gotûbêj bike.
Îro roja Sêşemê 22.06.2021ê, Endamê Lîjneya Pêşmerge li Parlementoya Kurdistanê Seîd Herkî diyar kiriye: ‘‘Civîna me ya îro, wê taybet bi gotûbêjkirina karên 2 lîjneyan ku di heyema rabirdû da pêk hatibûn, lîjneyekê serdana devera Berweriyê kiribû ji ber şerê PKKê û topbarankirina Tirkiyê li wê herêmê, lîjneya din jî serdana hemû sengerên Pêşmerge kiribûn, ji bo wê valahiya emnî ya dikeve navbera Pêşmerge û hêza artêşa Iraqê û metirsiya serhildana DAIŞê û pêdawîstiyên hêza Pêşmerge ye li wan sînoran.’’
Herwiha Seîd Herkî daye zanîn, wan lîjneyan karên xwe kirine û di civînê de wê behsa raporên wan lîjneyan were kirin û eger heye li ser kemasiyan Wezîrê Pêşmerge were bangeştkirin û civîneke taybet were kirin derbarê kêmasiyan û rûbirûbûna wan kêmasiyan.’’
Herwiha Seîd Herkî destnîşan kiriye, li hin herêmên ku wan serdana wan kiriye terorîstên DAIŞê xwe bi rêxistin dikin û di heyamên borî jî de me dît ku DAIŞê çend caran li êrîşî hêza Pêşmerge kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin