Fransayê li ser ji nû ve serî hildana DAISê li Iraqê bertek nîsan da
PeyamaKurd – Li ser ji nû ve serî hildana rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê, Fransayê bertek nîşan da.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li pêş Lijneya Karûbarên Derve ya Parlamentoya Fransayê diyar kir û têbîniya wê yekê kir ku DAIŞ li Iraqê ji berê bihêztir serî rakiriye.
Jean-Yves Le Drian daxwaz ji hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê kir û got: ‘‘Bilez’’ bicive û guftûgoyê li ser metirsiya serhildana wê rêxistina terorîst a li ser seqamgirî û serweriya Iraqê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin