Fransayê ji rêveberiya Biden xwest, li Sûriye û Iraqê serê DAISê bidomîne

28 January 2021 21:45 0 dîtin
Fransayê ji rêveberiya Biden xwest, li Sûriye û Iraqê serê DAISê bidomîne

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Le Drian daxwaz ji Blinken kir, girîngîyê bidin têkoşîna dijî DAIŞê û şerê li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê berdewam bikin.

Jean-Yves Le Drian bal kişandiye ser ku domandina xebatên hevbeş ên têkoşîna li dijî terorê li Rojhilata Navîn girîng e.

Anthony Blinken jî tekez kiriye ku wê Amerîka di şerê dijî terorê de hevkariya bi Fransayê re berdewam bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, beriya ku Jeo Biden dest bi kar bike, hejmara hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê kêm kiribû û nêzî 2 hezar 500 leşker hiştibûn.

Herwiha Trump sala borî jî hêzên li Sûriyê vekişandibûn û hêzeke piçûk li Rojavayê Kurdistanê bi mebesta parastina kelgehên petrolê hiştibû.