HSD: Serî hildana girtiyên DAISê hat kontrolkirin

03 May 2020 22:38 0 dîtin
HSD: Serî hildana girtiyên DAISê hat kontrolkirin

PeyamaKurd – HSDê daxuyaniyek li ser kontrolkirina serî hildana girtiyên DAIŞê yên li girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê ji doh ve serî hildabûn, belav kir.

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ragihand, piştî serî hildana çekdarên girtî yên DAIŞê, hêzên taybet û Hêzên Dije Terorê yên ser bi Asayişa Rêveberiya Xweser rewş kontrol kirine.

Berdevkê HSDê Kîno Gabrîyel da xuyakirin, HSD tekez dike ku hêzên ewlekariyê bi temamî rewşa nav zindanê kontrol kirine û dawî li îsyana girtiyên DAIŞê hatiye.

HSD da zanîn, bidawîkirina îsyanê piştî danûstandina di navbera hêzên wan û Hevpeymaniya Navdewletî û nûnerên girtiyên îsyankar çêbûye.

HSDê got ku berpirsyariya Hevpeymaniya Navdewletî û civaka navdewletî ye ku rêyeke çareseriyê ji bo pirsa girtiyên DAIŞê peyda bikin û ji bo zêdekirina tedbîrên ewlekariyê û baştirkirina rewşa zindanê, piştgiriyeke zêdetir bidin.