Talîbanê Mezarê Serîf kontrol kir û girtiyên DAISê jî serbest berdan
PeyamaKurd – Talîbanê navenda bajarê Mezarê Şerîf jî li Afganistanê xist bin kontrola xwe û hat ragihandin ku Tevgera Talîbanê girtiyên rêxistina terorîst DAIŞê jî piştî kontrolkirina bajar serbest berdan.
Talîbanê piştî kontrolkirina Mezarê Şerîf kete nava koşka General Raşîd Dostum ku wekî dostê Tirkiyê tê naskirin û dîmenên wê belav kirin.
Herwiha hat ragihandin ku Talîbanê girîgeha herî mezin a li Afganistanê ku 13 kîlometran nêzî paytext Kabûlê ye ya bi navê Pulî Çarhî jî vala kiriye û hemû mehkûmên tê de bûn berdane ku girtîyên DAIŞê tê de bûn.
Li gorî ragihandina Reutersê li Mezarê Şerîf ti berxwedanek li dijî Talîbanê çênebûye û parêzgar jî teslîm bûye. Li gorî zanyariyan Raşîd Dostumê ku gotibû, ew ê heta mirinê li dijî Talîbanê berxwe bide jî reviyaye Ozbekistanê.
Ajansên cîhanê belav kirine ku piştî Talîbanê Celalabad jî kontrol kir, tenê navenda yek bajarê mezin ê Afganistanê maye ku bikeve kontrola wan ku ew jî paytex Kabûl e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin