Afganistan | Talîbanê hemû dergehên sînor kontrol kir, tenê navenda Kabûl maye

15 August 2021 12:33 0 dîtin
Afganistan | Talîbanê hemû dergehên sînor kontrol kir, tenê navenda Kabûl maye

PeyamaKurd – Tevgera Talîban a Afganistanê ku hemû bajarên mezin ên welat xistin kontrola xwe û nêzîkî paytext Kabûla di kontrola hikûmeta Afgan de bûye, hemû deriyên sînorî yên Afganistanê jî xistin bin kontrola xwe.

Li gorî nûçeya Ajans Pressê (AP) Talîbanê xala dawî ya deriyên sînorî yên navbera Pakistan û Afganistanê ya Torkhamê jî xistiye kontrola xwe ku bi vî awayî hemû dergehên derbasbûna sînoran ên Afganistanê dikevin jêr kontrola Talîbanê.

Herî dawî jî vê sibehê hatiye ragihandin ku Talîbanê paytexta wilayeta Nangarharê Celalabad jî xistiye kontrola xwe ku niha tenê yek navend maye bikeve kontrola Talîbanê û ew jî Kabûl e û hatiye dorpêçkirin.