Sanda Talîbanê: Ji sedî 85ê Afganistanê di bin kontrola me de ye!
PeyamaKurd – Şanda Talîbanê ya ku serdana paytexta Rûsya Moskowê kir, ragihand ku niha ji sedî 85ê axa Afganistanê di bin kontrola wan de ye û heger hevdîtinên aştiyê yên paytexta Qetar Dohayê bi ser nekevin ew dê êrîşên xwe dewam bikin.
Şanda Talîbanê ya ji sê kesan pêk dihat di serdana Moskowê de diyar kir, "Armanca wan ne xespkirina bi temamî deshilata Afganistanê ye’ û herwiha gotin, wan soz nedaye Washingtonê ku piştî vekişînê ew êrîşan nebin ser paytextên eyalatên Afganistanê.
Herwiha şanda Talîbanê daye xuyakirin ku ew dê li gorî hiqûqa îslamê rêzê li kêmneteweyan û hemû welatiyên Afgan bigirin û mafê wan ê perwerdeyeke baş jî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin