Talîbanê du bajarên din xistin kontrola xwe

08 August 2021 14:16 0 dîtin
Talîbanê du bajarên din xistin kontrola xwe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên Talîbanê bajarê Kunduz û bajarê Sar-i Pol jî piştî şerekî dijwar ji destê hêzên hikûmeta Afganistanê derxistine û xistine bin kontrola xwe.

Herwiha piştî kontrolkirina bajarê Kunduz, çekdarên Talîbanê ragihandine ku wan bajarê Sar-i Pol ya navenda wilayeta Ser-i Pol e û yek ji 34 wilayetên Afganistanê ye jî kontrol kirine.

Kontrolkirina bajarê Sewr-i Pol dibe çarem navenda wilayetên Afganistanê ku di dema 72 demjimêrên derbasbûyî de dikeve destê çekdarên Talîbanê.

Roja Şemiyê Talîbanê kontrolkirina bajarê Sheberghan li wilayeta Jowzjanê ragihandibû. Beriya wê jî kontrolkirina bajarê Zaranj li wilayeta Nimruz ragihandibû. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, Talîbanê zêdetirî ji sedî 50yê axa Afganistanê kontrol kiriye.

Hikûmeta Afganistanê heta pêşketinên îro piştrast nekirine, lê vê sibê ragihandiye ku di dema 24 demjimêran de zêdetirî 572 çekdarên Talîbanê hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye, piştî vekişîna Amerîkayê Talîbanê êrîşên xwe zêde kirine û beriya niha jî ragihandibûn ku wan ji sedî 85ê welat kontrol kiriye.