Talîbanê di 3 rojan de 5 wîlayetên stratejîk xistin kontrola xwe
PeyamaKurd – Tevgera Talîbanê, îro Yekşemê bi kontrolkirina 3 wîlayetên din ên stratejîkî yên Afganistanê re, hejmara wîlayetên wê yên stratejîk gihîşt 5 wîlayetan.
Hat ragihandin ku Talîbanê îro 8ê Tebaxê navendên wîlayetên girîng Kunduz, Sar-e Pul û Taharê xistine jêr kontrola xwe ku beriya wê doh jî navendên eyaletên Nemruz û Cuzcanê xistibûn kontrola xwe.
Bi vî awayê ji dema vekişîna hêzên Amerîkayê ve Talîbanê pêşveçûna xwe dewam dike û ji roja îna borî ve jî Talîbanê 5 wîlayetên stratejîk ên Afganistanê xistin jêr kontrola xwe.
Balafirên Amerîkayê ji bo Talîbanê bidin rawestandin doh êrîşeke asmanî li ser çekdarên Talîbanê pêk anîbû ku li gorî çavkaniyên medyayî zêdetirî 200 çekdarên Talîbanê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin